Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin

Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtina heftiyane ya asayî pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsaye dan.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mazlûm Dînç, Rezan Sarica û Huseyîn Bogatekîn ji bo bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtina heftiyane ya asayî pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Ger Îdareye Girtîgeha Îmraliyê bersivek erê bide, dê sibe parêzer biçin Îmraliyê.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 27'ê tîrmeha 2011'an ango 433 roje heya niha nikarin bi muwekîlê xwe re hevdîtinan bikin. Serlêdanên parêzeran her tim bi hincetên vale û pûç yên weke "Kêştî xirabûyî ye", "muxalefeta hewayê", "Keştî di tehmîrê de ye" û "Ewraq kêmin" tên redkirin û hevdîtin tên astengkirin.