Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê bi muwekîlê xwe Ocalan re pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan salek û meheke didome. Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mazlûm Dînç, Rezan Sarica û Huseyîn Bogatekîn, ji bo hevdîtina xwe ya heftane bi muwekîlên xwe bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Pişti dozger bersivek erênî bide parêzer dê sibê biçin Îmraliyê û hevdîtinê pêk bînin.
Serledanên parezêrên Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya ku ji bo bi muwekîlên xwe re hevdîtin pêk bînin ji dîroka 27 tîrmehê sala 2011 heta niha bi hinceta, "Keştî xirabeye", "Rewşa hewayê nebaşe", "Keştî di tehmîrê de ye" û "Evrak kemin" tê astengkirin.