Parêzerên Ocalan: Erdogan dixwaze berxwedana li Imraliyê veşêre

Parêzerên Ocalan: Erdogan dixwaze berxwedana li Imraliyê veşêre

Parêzerên Buroya Huqûqê ya Asrinê bal kişandin hukûmeta AKP’ê bi hişmendiya mijûlkirinê nêzî pêvajoya diyalogê dibe û ev yek jî rê li ber dijwarbûna şer vedike. Buroya Huqûqê ya Asrinê da zanîn ; “Hukûmet dixwaze berxwedana Ocalan a li Îmraliyê ji raya giştî veşêre” û xwest muzakere dest pê bikin û tecrîd û îzolasyon bi dawî bibin.

Buroya Huqûqê ya Asrinê der barê daxuyaniyên rayedarên hukûmeta AKP’ê yên der barê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de daxuyaniyeke nivîskî dan û bersiv dan van daxuyaniyan.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku tecrîda girankirî ya li ser Ocalan û 5 girtiyên din ên li Îmraliyê berdewam dike û hat destnîşankirin ku ji 27’ê tîrmeha 2011 ve hemû serlêdanên hevdîtina bi muwekîlên wan Ocalan re hatine regkirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin; “Tevî rojên cejnê nehiştin malbat û parêzer bi miwekîlê me Birêz Abdullah Ocalan û 5 miwekîlên me re hevdîtinê pêk bînin. Malbat ji 2011 ve tenê 1-2 caran hevdîtin pêk anîne.”

HUKÛMETÊ PÊVAJOYA DIYALOGÊ XETIMAND

Buroyê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku Ocalan di mijara çareseriya pirsgirêka kur de rola sereke dilîze û destnîşan kir ku Ocalan li Îmraliyê di navbera dîroka hezîarna 2010- tîrmeha 2011’an de bi dehan carî heyeteke ku dewletê temsîl dikir re hevdîtin kiriye. Buroyê da zanîn ku di van hevdîtinan de nêrîn û pêşniyarên Ocalan yên ji bo çareseriya pirsgirêka kurd a demokratîk cih digire û 3 protokol pêşniyarê heyeta dewletê kiriye.

Buroyê da zanîn ku piştî protokol hatine pêşkêşkirin hikûmet li şûna ku pêngavên erênî bavêje, pêvajo xetimandiye û wiha domand: “

Bi pêşkêşkirina van protokolan re muwekîlê me ji bo çareseriya pirsgirêka kurd derbasî pengava pratîk bûye. Dîsa muvekîlê me di şert û mercên kut ê deye diyar kir ku ew nekare bikeve muzakereyê û ji bo ku şert û mercên wî bên başkirin divê derfetan bidin. Lê hikûmetê li dijî vê tu pêngaveke pratîk neavêtiye û berovajî vî pêvajo xitimandiye, yekser bi fermana serokwezîr li hemberî buroya me operasyon hate pêk anîn ku 36 hevalên me hatin girtin û ji 27’ê tîrmeha 2011’an heta niha tecrîda giran li ser muwekîlê Ocalan tê meşandin. Birêz Ocalan bi tu awayî bi kesî re nekare hevdîtina pêk bîne.

HIKÛMET REWŞÊ BEROVAJÎ DIKE

Buroyê bertek nîşanê daxuyaniya serokwezîrê tirk Erdogan ku gotibû ‘parêzer hevdîtinan manîpûle dike û hevdîtinan dike’ jî da û got Erdogan rewşa heyî rast nabêje. Buroyê bang kir ku bila muzakare ji nûve bê destpêkirin û tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe.

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “

Rayedarên hikûmetê dibêjin ‘ji berk u parêzer hevditinan manîpule dike, Ocalan naxwaze bi wan re hevdîtina bikin. Lê bi vê yekê rewşa Îmraliyê ji rayagitşî vedişêrin.

ŞER DIJWARTIR DIKIN

Buroyê da zanîn ku hikûmet bi vê nêzîkatiya xwe şer û pevçûnan dijwartir dike û diyar kir ku Tirkiye ber şerekeî dijwar ve dibe. Buroyê da zanîn ku ji bo ev xwîn bisekine û pirsgisrêka kurd çareser bibe divê dîsa dest bi muzakeyran bikin û wiha got: “Ji bo Birêz Ocalan rola xwe bilîze divê dawî li vê îzolasyon û tecrîdê bê anîn û şert û mercên wî bên başkirin.