Di rûniştina doza KCK’ê ya Stenbolê de dîwana dadgehê biryar da ku parêzer Ercan Kanar derxe derve. Hinceta vê yekê jî; Parastina mafê parstinê yê bersucan e! Dîwana dadgehê ji salonê derket, parêzeran di salonê de dest bi çalakiya rûniştinê kirin.
Di saetên danê sibê de, rûniştina doza sereke ya KCK’ê ya Stenbolê bi aloziyê dest pê kir. Rûniştina dozê berdewam dike. Di rûniştina "Doza sereke ya KCK'ê" ya Stenbolê ku li Sîlîvriyê tê pêk tê de dîwana dadgehê beşdarvanên dozê hilnegirte salonê. Dîwana Dadgehê biryara girtiyê bi navê Aslan Îşçîoglu û Prz. Ercan Kanar tevlî rûniştinê nebin da.
Ji ber vê yekê parêzeran bertek nîşanî dîwana dadgehê da û heyeta dadgehê jî navber da rûniştinê û ji salonê derket. Sîlîvriyê piştî navberê berdewam kir. Heyetê û leşkeran destûr nedan ku malbat rûniştinê bişopînin. Di navbera kesên dixwazin dozê bişopînin û leşkerên li ber deriyê salonê dimînin de rageşî berdewam dike.
Dîwana Dadgehê têkildarî girtiyê bi navê Aslan Îşçîoglu yê ku di heman demê de di greva birçîbûnê de ye berî navberê ji ber gotinên "Heke dostên gelekî hebe ew gel têk naçe. Dostê gelê kurd jî heye. Birêz Abdullah Ocalan e. Mudaxele li 11 hevalên me yên bi armanc şermezarkirina tecrîda li ser Ocalan dest bi çalakiya gireva birçîbûnê kirin, kirin û avêtin hucreyan." weke propagandeya rêxistinê û gef li dadgehê xwarin heta 9'ê çotmehê tevlî rûniştinan nebe da. Parêzer Ercan Kanar li hemberî biryara dadgehê derket û got, "mafê parastinê nayê astengkirin" Dîwana dadgehê derbarê Kanar de jî biryara tevlî vê rûniştinê nebe da û biryar rûniştin bê beşdarvan bidome da. Dîwana dadgehê hinceta vê yekê beşdar dadgehê protesto kir û anî ziman ku dê dîmenan lêkolîn bikin û gilî bikin.
Serokê Dadgehê Alî Alçik, anî ziman ku Prz. Ercan Kanar ji salonê derbixin. Li ser vê yekê parêzeran bertek nîşan da û anîn ziman ku ev sûc e. Serokê dadgehê îtîrazên parêzeran qebûl nekirin û got, "Heke bi xwe dernekev dê bi zorê bê derxistin." Li ser bertekên parêzeran hate saet 15.00'an navber hate dayîn. Biryara dadgehê bi çepikan hate şermezarkirin. Dîwana dadgehê ji salonê derket. Parêzer û siyasetmedarên kurd jî gotin "bila me jî derbixin." û ji salonê derneketin. Niha beşdarvan jî hewil didin bikevin salonê.