Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin serlêdan kirin.
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin serlêdan kirin.
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, Raziye Ozturk, Emran Emekçî û Cengîz Yureklî ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F'yê ya Ewlekariya Bilind di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Miduriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Parêzeran, ji bo hevdîtina bi Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî hem serî li dozgeriyê û hem jî li midûriyeta girtîgehê dan.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rezan Sarica û Newroz Uysal piştî 8 salan herî dawî di 2-22’ê Gulanê, 12-18’ê Hezîranê û 7’ê Tebaxa 2019’an de bi muwekîlên xwe re hevdîtin pêk anîn. Ji wê demê ve hevdîtina parêzeran bi Abdullah Ocalan re tê astengkirin.