Parêzeran ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd serlêdan kirin
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Rêzan Sarica, Raziya Ozturk, Emran Emekçî û Faîk Ozgur Erol ên ku parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ne, ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ku di Girtîgeha Ewlekariya Zêde ya Tîpa F a Îmraliyê de di bin tecrîdeke giran de ye û 22 meh in agahî jê nayê stendin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Ji 25’ê Adara 2022’an û vir ve ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agahî nayê stendin.