Parêzeran ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd re serlêdan kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi muwekîlên xwe yên di bin tecrîda girankirî de hevdîtinê pêk bînin serlêdan kirin.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi muwekîlên xwe yên di bin tecrîda girankirî de hevdîtinê pêk bînin serlêdan kirin.
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, Raziye Ozturk, Emran Emekçî û Cengîz Yureklî ji bo bi muwekîlên xwe Abdullah Ocalan ê ku zêdetirî 2 sal in agahî jê nayên girtin û Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş, serlêdan kirin.
Serlêdanên hevdîtinê ji Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Saziya Înfazê ya Cezayê ya Îmraliyê re hatin şandin.
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê û malbat ji 25'ê Adara 2021'an û vir ve nikarin tu agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bigirin.