Parêzeran ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd re serlêdan kirin

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re serlêdan kirin.

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, Newroz Ûysal, Mazlûm Dînç ve Cengîz Yureklî ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û zêdetirî 21 meh in tu agahî jê nayên girtin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. 

Parêzeran ji bo ditîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hefteyê du caran serlêdan dikin, lê bersiveke erênî an jî nerênî ji bo serlêdanan nayê dayîn.

Qedexeya hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re di 18’ê Cotmehê de qediya. Li ser vê yekê jî ti bersiv ji serlêdanên malbatan ên li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê re nehat dayîn.

Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rezan Sarica û Newroz Ûysal piştî 8 salan herî dawî di 2-22’ê Gulanê, 12-18’ê Hezîranê û 7’ê Tebaxa 2019’an de bi muwekîlên xwe re hevdîtin pêk anîbûn. Ji wê demê û vir ve parêzer nikarin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe re hevdîtinê bikin.