Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullan Ocalan ji bo bi muwekîlê xwe re hevdîtina heftane pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mazlum Dînç, Rezan Sarica, Gulşen Ozbek û Selvî Tunç ji bo bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtina heftane pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Heke bersiveke erênî ji Girtîgeha Îmraliyê bêt, parêzer dê sibê biçin Îmraliyê û bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtin pêk bînin.
Serledanên parezêrên Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji bo bi muwekîlên xwe re hevdîtin pêk bînin ji dîroka 27 tîrmehê sala 2011 heta niha bi hinceta, "Keştî xirabeye", "Rewşa hewayê nebaşe", "Keştî di tehmîrê de ye" û "Evrak kêmin" tê astengkirin.