Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo ku bi muwekîlê xwe re hevdîtina hefteyî ya asayî pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mazlum Dînç, Huseyin Bogatekin û Rezan Sarica ji bo ku bi miwekîlê xwe Ocalan re hevdîtina hefteyî pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Ger Dozgerê Komarê yê Bûrsayê destûrê bide parêzer dê sibê biçim Îmraliyê.
Parêzer herî dawî di 27'ê tîrmeha 2011'an de (343 roj) berê çûbûn Îmrahiyê û ji wê demê heta niha hevditin pêk neanîne. Serlêdana parêzeran her tim bi hincetên "kêştî xerabeya", "muxalefeta hewayê heye" û "keştî hêj nehatiye tamîrkirin" tên astengkirin.
WEZARETA DADÊ LI XWE MIKÛR HAT
Hefteya borî nîqaşên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan "Li ku ye" di rojevê de cih girtibûn. Parêzerên Ocalan ji 27'ê tîrmeha 2011'an heta niha nikarin bi muwekîlê xwe re hevdîtinan bikin. Her tim daxwaza parêzeran a hevdîtinê bi hincetên "kêştî xerabeya", "muxalefeta hewayê heye", "keştî hêj nehatiye tamîrkirin" û "Kêştî ji temîrê hate lê belgeyên wê ji ber ku kêm in nikare bixebite" tên astenkirin.
Ji ber nîşaqên "Ocalan li ku derê ye" Rojnameya Mîlliyetê bi çavkaniya burokatên Wezareta Dadê nûçe weşand û di nûçeyê de burokatan got; "Ocalan li Îmraliyê ye. Heke tu biryarên cuda neyên girtin dê li wir be. Pêkanîna nehiştina bi parêzeran re hevdîtinê pêk bê berdewam dike." Wezîrê Dadê Sadullah Ergîn jî gotibû: "Kesên bawer nekin Ocalan li Îmraliyê nîne bila biçin berê xwe bidinê."