Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo ku bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtina hefteyî ya asayî pêk bînin serî li dozgeriyê dan.
Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mazlum Dînç, Suna Bîlgîn, Huseyîn Bogatekîn û Rezan Sarica piştî serlêdana wan ya hevdîtina hefteyî hate redkirin careke din ji bo hevdîtinê serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Heke bersiveke erênî ji Îdareya Girtîgeha Îmarliyê bê parêzer dê sibê biçûn Îmraliyê û bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtinê pêk bînin.
Parêzer herî dawî di 27'ê tîrmeha 2011'an de zêdeyî 10 meh (329 roj) berê çûbûn Îmrahiyê û ji wê demê heta niha hevditin pêk neanîne. Serlêdana parêzeran her tim bi hincetên "keştî xirabeye", "muxalefeta hewayê heye" û "keştî hêj nehatiye tehmîrkirin" tên astengkirin.