Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan serlêdan kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina muwekîlên xwe yên di bin tecrîda giran de, serlêdan kirin.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina muwekîlên xwe yên di bin tecrîda giran de, serlêdan kirin.
Mazlûm Dînç, Raziye Ozturk, Rêzan Sarica û Faîk Ozgur Erol ên ku parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ne, ji bo hevdîtinê serlêdan kirin.
Parêzer du sal in nikarin agahiyê ji muwekîlên xwe bistînin. Parêzeran ji bo hevdîtina muwekîlên xwe Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Cezayê Înfazê ya Îmraliyê dan.
Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji 25’ê Adara 2021’an û vir ve nikare agahiyan ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bistînin.
Parêzeran herî dawîn di 2’ê Gulanê de daxuyaniyek dan û gotin “Ligel ku malbat û parêzer gelek serlêdanan dikin û hewl didin, em nikarin derbarê şertên tendirustiyê û jiyanê yên Abdullah Ocalan û her sê muwekîlên xwe yên li Îmraliyê agahiyan werbigirin. Ev rewş me û hemû civakê dixe nav fikaran.”