Parêzeran ji bo dîtina Rêber Apo serlêdan kirin

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo karibin Rêber Apo bibînin serî li serdozgeriyê û midûriyeta girtîgeha Îmraliyê dan.

SERLÊDANA JI BO HEVDÎTINÊ

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Cengîz Yureklî, Emran Emekçî, Îbrahîm Bîlmez û Sûzan Akîpa ji bo karibin Rêber Apo bibînin serlêdan kirin.

Di serlêdanê de ku li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê hate kirin, her wiha daxwaza dîtina girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî hate kirin.