Parêzeran ji bo dîtina Rêber Apo serlêdan kirin

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo dîtina Rêber Apo serî li serdozgeriyê û midûriyeta girtîgeha Îmraliyê dan.

SERLÊDANA JI BO HEVDÎTINÊ

Ji parêzerên Rêber Apo Cengîz Yureklî, Emran Emekçî, Îbrahîm Bîlmez û Sûzan Akîpa ji bo çûyîna Îmraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Parêzeran her wiha ji bo dîtina muwekîlên xwe yên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serlêdan kirin.