Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin hevdîtinê bi muwekîlê xwe re bikin, careke din serlêdan kirin.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin hevdîtinê bi muwekîlê xwe re bikin, careke din serlêdan kirin.
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, Raziye Ozturk, Emran Emekçî û Cengîz Yureklî ji bo hevdîtinê serlêdan kirin.
Parêzeran xwestin bi muwekîlên xwe yên li Îmraliyê tecrîdkirî ne Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş re hevdîtinê bikin û ji bo vê jî serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Ji 25'ê Adara 2021'ê û vir ve bi ti awayî agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê wergirtin.