Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlên xwe yên tecrîdkirî bibînin serlêdanên nû kirin.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlên xwe yên tecrîdkirî bibînin serlêdanên nû kirin.
Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê zêdeyî 2 sal in bi ti awayî agahî nayê wergirtin. Daxwaza ji bo hevdîtinê jî bêbersiv tê hiştin.
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, Raziye Ozturk, Emran Emekçî û Cengîz Yureklî ji bo hevdîtinê serlêdaneke din kirin.
Parêzeran ji bo dîtina Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.