Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin bi muwekîlên xwe re hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin bi muwekîlên xwe re hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Serlêdan ji aliyê parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rezan Sarica, Raziye Ozturk, Faîk Ozgur Erol û Emran Emekçî ve hate kirin.
Parêzeran ji bo karibin muwekîlê xwe Abdullah Ocalan bibînin ku nêzî 2 sal in nikarin agahiyê jê werbigirin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji sala 1999'an û vir ve lİ Îmraliyê tecrîdkirî ye. Du salên dawî jî bi ti awayî agahî jê nayê wergirtin.
Parêzer hefteyê du caran ji bo hevdîtinê serlêdanê dikin. Lê belê serlêdan jî bi rêk û pêk bêbersiv tê hiştin. Carna jî piştî bi mehan ji parêzeran re tê ragihandin ku cezayê dîsîplînê li Rêberê Gelê Kurd hatiye birîn û vî cezayî dikin hincet ji bo astengkirina hevdîtinê.