Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê careke din serlêdan kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bikarin bi miwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin serlêdaneke nû kirin.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bikarin bi miwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin serlêdaneke nû kirin.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku sala 1999’an bi komployeke navneteweyî dîl hatiye girtin, ji wê rojê heya niha li Girtîgeha Tîpa F ya bi Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di bin şertên tecrîda girankirî de tê ragirtin.
Parêzerên Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Raziya Ozturk, Faîk Ozgur Erol û Cengîz Yureklî bi daxwaza pêkanîna hevdîtina bi miwekîlê xwe re careke din serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Hevdîtina herî dawî ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 25’ê Adara îsal de bû ku bi rêya telefonê bi birayê xwe re pêkanîbû. Ew hevdîtin di niviyê de hatibû qutkirin.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan piştî 8 salan karîbûne di 2-22’ê Gulanê, 12-18’ê Hezîranê û 7’ê Tebaxa 2019’an de bi miwekîlê xwe re hevdîtinê bikin. Ji 7’ê Tebaxa 2019’an û şûnde heya niha hemû serlêdan bê bersiv hatine hiştin.