Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê careke din serî li rayedaran dan
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo dîtina muwekîlê xwe careke din serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo dîtina muwekîlê xwe careke din serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û parêzerên girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ji bo karibin muwekîlên xwe bibînin serlêdaneke nû kirin.
Parêzer Newroz Ûysal, Serbay Koklu, Îbrahîm Bîlmez û Mazlûm Dînç serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji sala 1999'an û vir ve ku bi komployeke navneteweyî dîl hate girtin, li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava tecrîdeke giran de ye.
Herî dawî di 25'ê Adarê de Abdullah Ocalan karîbû bi rêya telefonê bi birayê xwe re biaxive, lê belê ev axaftin jî nîvco mabû.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan piştî 8 salan di 2 û 22'ê Gulanê, 12 û 18'ê Hezîranê û 7'ê Tebaxa 2019'an de karîbûn muwekîlê xwe bibînin. Ji 7'ê Tebaxa 2019'an û vir ve serlêdan bêbersiv têne hiştin.