Parêzeran ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina muwekîlên xwe yên ku 2 sal in di bin tecrîdeke giran de ne, serlêdan kirin.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina muwekîlên xwe yên ku 2 sal in di bin tecrîdeke giran de ne, serlêdan kirin.
Serlêdan ji bo hevdîtinê ji aliyê parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Rêzan Sarica, Raziye Ozturk, Faîk Ozgur Erol û Mazlûm Dînç hate kirin.
Parêzeran ji bo hevdîtina bi muwekîlên xwe Abdullah Ocalan serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Saziya Înfaza Ceza ya Îmraliyê dan.
Parêzeran ji bo hevdîtina bi girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî heman serlêdan kirin.
Buroya Hiqûqê ya Asrinê di 2’ê Gulanê de daxuyaniyeke nivîskî weşandibû û gotibû ‘Ji 25’ê Adara 2021’an û vir ve, em agahiyan ji Abdullah Ocalan nastîninin.”
Di daxuyaniyê de hatibû gotin “Ligel ku parêzer û malbat ji bo hevdîtinê serlêdanan dikin jî haya me ji şertên jiyanê û tendirustiya Abdullah Ocalan û her sê girtiyên din ên li Îmraliyê tune. Ev rewş me û civakê dixe nav fikaran.”