Parêzer Kaya hate girtin

Parêzera Gulhan Kaya ku hatibû destgîrkirin, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate girtin.

Endamên Buroya Hiqûqê ya Bindestan (EHB) Gulhan Kaya û Mûstafa Taylan Savran di 10’ê Hezîranê di encama serdegirtinên malan de hatibûn destgîrkirin. Ji bo dosyayên wan biryara nepeniyê hatibû dayîn. Parêzer Gulhan Kaya ji bo îfadeya li dozgeriyê anîn Edliyeya Stenbolê. 

Kaya ku du roj bûn hatibû destgîrkirin, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” sewqî 9’emîn Dadgeha Cezayên Sulhê ya Stenbolê hate kirin û bi heman îdiayê hate girtin. 

OHD Û EHB BERTEK NÎŞAN DAN

OHD’ê, piştî biryarê li ser hesaba xwe ya Twîtterê bertek nîşan da û wiha got: “Endama me parêzer Gulhan Kaya hate girtin. Îktîdar hewl dide pratîka me ya parêzertiyê û xebatên me krîmînalîze bike û em van êrişan qebûl nakin. Tevî hemû zor û zextan jî em ê parastina maf û azadiyan bikin.” 

EHB’ê jî li ser hesaba xwe ya Twîtterê ev peyam parve kir: “Hempîşeya me, hevala me parêzer Gulhan Kaya hate girtin. Wê faşîzm winda bike, em ê bi ser kevin! Parêzerên şoreşger rûmeta me ne! Parastin bêdeng nebû, wê bêdeng nebe!”