Parêzer Emekçî: Îmralî li derveyî hiqûqê ye

Parêzer Emran Emekçî diyar kir Îmrali bi feraseta tecrîdê hatiye avakirin, tu têkiliya wê bi cîhana derve re tune û tê wateya darvekirinê.

Parêzer Emran Emekçî, bi bîr xist ku piştî protokola MÎT-CIA di 4'ê Sibatê de Îmrali hat valakirin û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 15'ê Sibatê de anîn Tirkiyeyê. Parêzer Emran Ekmekçî diyar kir ku xala 5’emîn a Peymannameya Mafên Mirovan a Ewropayê hatiye binpêkirin û got “Nabe ku dewlet li derveyî hiqûqê tevbigerin lê di meseleya Abdullah Ocalan de derketin derveyî hiqûqê. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ev tişt li gorî hiqûqê dît û xala 5’emîn ji bo alîkariya dewletan nirxand. Ji ber vê jî CPT îro bersiveke xurt nade me.”

‘STATUKOYA KURDAN LI SER ÇARESERNEKIRINÊ HATIYE AVAKIRIN’

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 24 sal in di bin şert û mercên tecrîdê de ye û 22 meh in tu agahî ji wî nayê stenedin. Yek ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Emran Emekçî ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan xwedî bingeheke dîrokî ye û ne tenê weke şexs tê nirxandin. Emekçî got “Em dizanin ku tişta esas ne girêdayî şertên tecrîdê ye. Em dizanin ku mesele çareserkirin yan jî çaresernekirina doza Kurdan e. Ji ber ku rastiya statukoya Kurdan li ser çaresernekirinê hatiye avakirin. Gelê Kurd di nav netewe-dewletan de hatine parçekirin. Li ser axa Rojhilata Navîn qurbanê herî mezin gelê Kurd e.

Parêzer Emekçî diyar kir ku eşkere ye ku di tecrîda Îmraliyê de kî aligirê çareseriyê ye û kî jî naxwaze çareserî pêk were û bal kişand ser vî tiştî ku Abdullah Ocalan ji sala 1993’an û vir ve li aştiyê digere. Emekçî got “Kê komploya 33 leşkeran organîze kir? Di sala 1995’an de kê li hemberî hewldana çareseriyê ya Ocalan sûîkasteke bi bombeyî kir? Ev ji aliyê gladyoya herêmî, hêmanên NATO’yê, teknolojiya Îngîltere, DYE û Îsraîlê hatin organîzekirin. Hêzên ku çareseriyê naxwazin îro jî heman mebestê tevdigerin. Dema ku rêzdar Ocalan teslîmî Tirkiyeyê hate kirin jî para heman hêzan hebû. Kenyayê bi milyar dolaran hîbe stend. Para Rûsya û ya hemû aktoran hebû.”

ZEMÎNA HIQÛQÎ YA TECRÎDÊ TUNE

Parêzer Emekçî diyar kir ku zemîna hiqûqî ya tecrîdê tune, di dîroka Komara Tirkiyeyê de mînakên wisa yên bêhiqûqtiyê tune û biryarên DMME jî nayên pêkanîn. Parêzer Emekçî got “Ev cezayê dîsîplînê jî hemû biryarên polîtîk in. Tu eleqeya wan bi hiqûqê tune. Jixwe CPT di rapora xwe ya sala 2020’an de jî bi awayekî eşkere dibêje, em cezayê dîsîplînê cîddî nabînin û ev tişt hincetên xapînok in. Di heman demê de sedemên qanûnî û maddî yên qedexekirina hevdîtinên bi parêzeran re jî tune. Heta 15’ê Tîrmeha 2016’an hevdîtinên bi malbat û parêzeran bi hincetên ‘keştî xerabe ye, hewa ne xweş e’ asteng dikirin. Dema ku kesî ji van hincetan bawer nekir îcar jî cezayên dîsîplînê wekî hincet hatin nîşandan."

Emekçî anî ziman ku biryara ku Hakîmtiya Înfazê di 20'ê Tîrmeha 2016'an de daye, bûye bingeha tecrîda mutleq û got “ Bi vê biryarê re rê li ber danûstandin, parêzer, name û hevdîtina malbatê hat girtin. Qedexekirina hevdîtinên parêzeran ne bingehek qanûnî û ne jî madî ye. Dîsa tu bingehek ji bo redkirina daxwazên malbatê ya ji bo hevdîtinê tune."

ÎMRALI BI FERASETA TECRÎDÊ HATIYE AVAKIRIN

Parêzer Emekçî diyar kir ku Îmralî pergaleke wisa ye ku bi feraseta tecrîdê hatiye avakirin û got “Heta sala 2015’an tecrîda girankirî û piştî wê jî tecrîda mutleq hatiye destpêkirin. Ji vir şûnde tiştekî din tune. Ji ber ku têkiliya bi dinyaya derve re hatiye qutkirin. Ev tê wateya ku mirovan bi saxî dixin binê erdê û di pratîkê de tê wateya îdamê. Girtîgeha Îmraliyê li gorî qanûnên Komara Tirkiyeyê nehatiye avakirin. Derketine derveyî hiqûqê dewletan û wisa hatiye avakirin. Qaîdeyên li wir ne di nav hiqûqa neteweyî de û ne jî di hiqûqa navneteweyî de heye.”

DMEE LI GORÎ PRENSÎBA XWE TEVNEGERIYA

Parêzer Emekçî diyar kir dema Abdullah Ocalan hate girtin û îadeyî welatekî ku cezayê darvekirinê lê heye hate kirin, ev tişt li dijî Peymana Dûblînê ye û got “Di protokola MÎT-CIA di 4'ê Sibatê de Îmrali hat valakirin û di 15'ê Sibatê de ew anîn Tirkiyeyê. Bi vê re xala 5’emîn a Peymannameya Mafên Mirovan a Ewropayê hate binpêkirin. Nabe ku dewlet li dijî hiqûqê tevbigerin lê di warê Ocalan de derketin derveyî hiqûqê. DMME ev tişt li gorî hiqûqê dît."

Parêzer Emran Emekçî diyar kir ku CPT îro jî bersiveke xurt nade û got “23 sal in tên vir û diçin. Raporan pêşkêş dikin, pêşniyazan dikin, lê Tirkiye van pêşniyazan pêk nayne. Tevî van hemû tiştan jî CPT hê jî bertekên ku jê tê hêvîkirin nîşan nedaye. Em dibînin ku CPT çavê xwe ji kirinên Tirkiyeyê re digire.”