Parêzer Ûysal: Li Îmraliyê qanûn tune
Newroz Ûysal a ku parêzera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e got “Li Îmraliyê qanûn tune, tecrîd jî piralî ye.”
Newroz Ûysal a ku parêzera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e got “Li Îmraliyê qanûn tune, tecrîd jî piralî ye.”
Rêxistina HDP’ê ya Mêrdînê ji bo ku balê bikişîne ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Nisêbînê bi navê ‘Tecrîd sûcê mirovayetiyê ye, dawî li tecrîdê bîne’ panelek lidarxist.
Newroz Ûysal a ku parêzera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û Hevseroka HDP’a Mêrdînê Perîhan Agaolgû di panelê de axivîn.
Piştî pêşkeşiya Koç, Ûysal axivî û diyar kir ku tecrîda li ser Ocalan piralî ye û got “Di warê qanûnî de parêzer dema bixwazin dikarin biçin serdana muwekîlên xwe lê heman qanûn li Îmraliyê tune. Di 10 salên dawîn de 5 kes birine Îmraliyê lê her 5 kes jî li qawîşên cihê ne. Destûr nayê dayîn ku Ocalan bi tena serê xwe derkeve hewşê û name nayên teslîmkirin. Qanûnên li Îmraliyê ji qanûnên Tirkiyeyê cihêtir e. Tê xwestin ku îradeya rêzdar Ocalan desteser bikin.”
Ûysal diyar kir ku divê hemû saziyên demokratîk li dijî tecrîdê derkevin.