Pankarta ‘Kujerên Denîz Poyraz tên parastin’ hate daliqandin
Komek jinên Aktivîst di dema rûniştina doza kujerê Denîz Poyraz, Onûr Gencer de pankarta bi nivîsa, “Kujerên Denîz Poyraz ev 5 rûniştinin tên parastin” daliqand.
Komek jinên Aktivîst di dema rûniştina doza kujerê Denîz Poyraz, Onûr Gencer de pankarta bi nivîsa, “Kujerên Denîz Poyraz ev 5 rûniştinin tên parastin” daliqand.
Denîz Poyraz di 17'ê Hezîrana 2021'ê de li avahiya HDP'a Îzmîrê ji aliyê kujerê bi navê Onûr Gencer ve hat qetilkirin.
Dema rûniştina doza kujer Onûr Gencer dewam dikir, endamên 'Jin bi hevre bi hêz in (KBG)' a Îzmîrê li beremberî avahiya Edliyeya Bayrakliyê pankarta bi nivîsa “Kujerên Denîz Poyraz ev 5 rûniştinin tên parastin” daliqandin.
Polîsan xwest êrîşê jinan bike, lê kesên li derdor nerazîbûn nîşan dan.
Jinan tim û tim dirûşma “Denîz Poyraz serhildana me ye” berz kirin.