Pankarta aştiyê bi şûbeya leşkertiyê ve daliqandin

Pankarta aştiyê bi şûbeya leşkertiyê ve daliqandin

3 rêveberên ESP’ê yên pankarta ‘Ji bo aştiyê berxwedan’ ji bo tezkereya Sûriyeyê protesto bikin bi şûbeya leşkertiyê ve daliqandin, hatin binçavkirin.

Hate hînbûn ku, 3 rêveberên ESP’ê yên ji bo protesto kirina tezkereya Sûriyeyê pankarta ‘Ji bo Aşitiyê Berxwedan’ bi şûbeya leşkertiyê ya beramberî avahiya BDP’a Navçeya Maltepeyê ve daliqandin hatin binçavkirin.

Rêvebera ESP’ê yê Bajarê Stenbolê Goncagul Telek, Rêveberê Navçeya Ataşehîr Hasan Tûnç û Serokê Navçeya Sancaktepeyê Mûstefa Keskîn hatin binçavkirin û birin Qereqola Cûmhûriyetê ya Maltepeyê.