Ozturk: Heke em tecrîdê bişkînin wê her kes azad bibe
Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk di civîna gel a Amedê de axivî û got “Heke em tecrîdê bişkînin, wê Ocalan jî û em ê jî azad bibin.”
Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk di civîna gel a Amedê de axivî û got “Heke em tecrîdê bişkînin, wê Ocalan jî û em ê jî azad bibin.”
Rêxistina HDP’ê ya Amedê li avahiya DBP’ê ya Baglarê bi gel re civiya. Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk û parlementerê HDP’ê Îmam Taşçier jî tê de gelek kes tevlî civînê bûn.
Ozturk di civînê de diyar kir ku tekane armanca AKP û MHP’ê ev e ku Kurdan tune bike.
Ozturk diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bandorê li ser hemû aliyên civakê dike û got “Dema ku tê hesabê wan tecrîdê sist dikin, dema ku nayê hesabê wan tecrîdê giran dikin. Lê ev tecrîd li ser hemû kesan e. Ne bi tenê li ser Kurdan, ev tecrîd li ser hemû Tirkiyeyê ye. Li her dera Kurdistanê şer heye, vê pergala kapîtalîst nahêle ku em jiyana azad ava bikin.”
Ozturk qala têkiliyên dewlet û çeteyan kir û got “Her roj têkiliyên bi çete û mafyayan re derdikeve holê. Bi tenê Ocalan dikare vê siyaseta riziyayî çareser bike. Em azadiyê dixwazin, navnîşana ji bo çareserkirina van pirsgirêkan diyar e. Ne hewceyî Emerîka û Rûsyayê ye, Îmrali nêz e biçin wir. Divê em tecrîdê bişkînin. Dema ku em vê tecrîdê bişkînin him rêzdar Ocalan û him jî em ê azad bibin.”