Ozsoy: Rûsya bi hin kartan dikare Tirkiyê biêşîne
Hişyar Ozsoy ê HDP'yî têkilî krîza Qirimê ya bi Rûsyayê re axivî, diya kir Tirkiye ya ku bi rola qereqola NATO'yê ya li Deryaya Reş radibe, wê li rasta bersiva tund a Rûsyayê were.
Hişyar Ozsoy ê HDP'yî têkilî krîza Qirimê ya bi Rûsyayê re axivî, diya kir Tirkiye ya ku bi rola qereqola NATO'yê ya li Deryaya Reş radibe, wê li rasta bersiva tund a Rûsyayê were.
Li ser mijara Qirimê Tirkiye û Rûsya dîsa bi hev dikevin, pêşî Berdevka Karê Derve ya Rûsyayê Marîya Zakharova anî ziman, biguman e ku Tirkiye bi rola ku parastina kêmarên etnîk ên têkilî Tatarên Qiririmê radibe, piştre jî Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di ser Qirimê re Tirkiye kire hedef û hişyarî da ku nekevin nav yekeretiya xakê ya Rûsyayê.
Hevberdevkê Karê Derve yê HDP'ê Hişyar Ozsoy got, ''Zakharova bi taybetî dema ku behsa rewşa Qirimê dike got, ''heke hûn rewşa etnîk ya karê me yê navxwe tev bidin, em ê jî tevlî rewşa we ya etnîk bibin''. Tirkiye dema ku nekarî li Sûriyê Emerîkayê bide aliyê xwe, nêzî Rûsyayê bû. Li Astana bi blokekirina Kurdan nêzîk bûn. Lê li Deryaya Spî ya Rojhilat û Deryaya Reş û li Ewropaya Rojhilat nêzîkatiyeke wiha nîne. Li vir Qirim bi taybetî girîng e, ji ber ku her çendî Tirkiye ji bo NATO'yê probleman çêdike jî li Deryaya Reş bi hev re li hev dikin. Tirkiye li wir ji ber ku xwedî tengavan de pozîsyona wê xurt e.
Tirkiye leşkerê NATO'yê yê Deryaya Reş e. Ji ber vê li wir xwest nêzî Ingiliz û Emerîkayê be û li pêşberî Rûsya bibe xwedî pozîsyon. Ingilîz bi taybetî vê teşwîq dikin lê ji aliyê dî ve Emerîka jî vê teşwîq dike.''
Ozsoy diyar kir Tirkiye li Deryaya Reş jandarmayê NATO'yê ye û go Deryaya Reş tekane herêm e ku lê problema Tirkiyê û Rojava bi hev re nîne.
Ozsoy diyar kir Emerîka û Ingilîz dixwazin îhaleyê bidin Tirkiyê, Erdogan jî dixwaze vê îhaleyê bistîne, bi vê dixwaze têkiliya xwe û Rojava hinekî xweş bike, lê ku Tirkiye vê bike Rûsya li gelek eniyan dikare derbê li Emerîkayê bide û ji bo vê jî Tirkiyê ji gotina xwe hatiye xwarê.
Ozsoy got, ''Naxwaze ku Rûsyayê bi temamî bîne pêşberî xwe. Ji ber ku Rûsya li Deryaya Spî, li Libya û Sûriyê xwedî wan kartan e ku dikare Tirkiyê biêşîne. Ji ber ku hêza NATO'yê ye heta deverekê wê bi pozîsyoneke dijî Rûsyayê be lê Rûsya jî wê bike ku Erdogan berdêla vê bide .Tirkiye hê jî dixwaze ji rageşiya NATO û Rûsyayê sûd werbigire û bi ya min heta astekê ev kir. Ev jîi heta bi serdema Bîden.
Ji ber ku Bîden diyar kir ku ew ê bi Ewropa û NATO'yê re ji nêz ve bixebite. Tê zanîn ku Trûmp li dijî NATO'yê bû. Ji ber vê nakokiyên di navbeyna NATO'yê de wê kêm bibin. Di vê demê de nakokiyên di nav NATO'yê de ku Emerîka û Ewropayê di nav de ne wê kêm bibe, têkiliyên rojava û Tirkiyê wê zelal bibe. Ev jî nîşan dide ku wê manewrayên Tirkiyê kêm bibin.''