Ozsoy: Polîtîkaya li dijî Kurdan wê îflas bike

Hişyar Ozsoy ê HDP'î hewldanên Erdogan ên hevdîtina bi Esad re yên beriya hilbijartinê şîrove kir û destnîşan kir ku ev yek wê gelekî bi lez nebin. Ozsoy diyar kir ku armanca esasî ya ji van hewldanan bêstatuhiştina Kurdan e.

Piştî ku Tirkiyeyê ji bo operasyoneke leşkerî ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nekarî destûrê werbigire, mijara hevdîtineke gengaz a navbera Beşdar Esad û Recep Tayyîp Erdogan kete rojevê. Bi taybetî piştî teqîna li Taksîm a Stenbolê ya 13'ê Mijdara 2022'an, gotinên desthilatdariya AKP-MHP'ê yên li ser şer, zêde bûn. Ji bo êrîşeke ji bejahî ve destûr nehatibe dayin jî dewleta Tirk bi balafirên bêmirov ên bombebarkirî êrîş bir ser Rojava û van êrîşan hîn jî dewam dike.

Niha jî ku li Tirkiyeyê pêvajoya hilbijartinê nêzîk dibe, hevdîtineke gengaz a navbera Erdogan û Esad di rojevê de ye. Parlamenterê HDP'ê yê Amedê û Hevberdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDP'ê Hişyar Ozsoy mijar ji ANF'ê re nirxand.

Hişyar Ozsoy anî ziman ku Tirkiye bi hemû hêzên li Rojhilata Navîn ên ku sê salên dawî bi wan re ne li hev bû, ketiye pêvajoyeke 'asayî'bûnê û got, "Bi Misir, Îsraîl, Îmarat û Erebistana Siûdî re ne li hev bû û niha heta astekê hewl dide têkiliyan asayî bike. Lê tevî vê yekê jî pirsgirêk hene, nehatine çareserkirin. Ji ber ku pirsgirêkên Tirkiyeyê yên bi van welatan re bingehînî ne. Ne ew mesele ne ku tenê bi nîşandana nêteke baş an jî bi çend gotinên xweş û hevdîtinan bêne çareserkirin."

Ozsoy anî ziman ku xeleka herî girîng a vê 'asayî'bûnê jî Sûriye ye û ragihand ku Erdogan bi israr hewl dide beriya hilbijartinê têkiliyên bi Esad re asayî bike.

Hişyar Ozsoy diyar kir ku ev yek îlana îflasa polîtîkaya Tirkiyeyê ya li ser Sûriyeyê nîşan dide û got, "Ya rast, Erdogan ji aliyê siyaseta giştî ya li ser Rojhilata Navîn ve îflas kiriye. Lewma hewl dide 'asayî' bike. Di bin navê asayîbûnê de bi vegera ji ya xwe, hewl dide têkiliyan pêk bîne. Ev îflas di heman demê de lawaziyê jî nîşan dide. Ji ber ku Erdogan bi israr dixwaze ku beriya hilbijartinê bi Esad re hevdîtinê bike, lê Esad meseleyê ji demeke dirêj re dihêle. Bi qasî ku em dibînin, naxwaze ku beriya hilbijartinê hevdîtinê bike. Lê belê Tirkiye bi rêya Rûsyayê bi israr zextê dike ku hevdîtineke bi vî rengî bê kirin."

Ozsoy têkildarî vê nêzîkatiya Esad jî got, "Esad naxwaze beriya hilbijartinê pûan û krediyê bide Erdogan. Ji ber ku Esad dît ku di nava 10 salan de Erdogan çi kir, çete bi çi rengî li Sûriyeyê da şerkirin. Meseleya duyemîn jî ew e ku 'asayîbûn' wê ne karekî hêsan be. Ji ber ku Emerîka jî, Îngilîstanê jî bi eşkere ragihandin ku ew li dij in ku Erdogan û Sûriye bi sponsoriya Rûsyayê bikevin nava pêvajoyeke asayîbûnê. Lewma ev yek ne meseleyeke welê ye ku Erdogan karibe bi tenê biryarê li ser bide. Li wê derê şerek heye ku 10 sal in dewam dike. Lewma ev rewş wê Tirkiyeyê hinekî din ber bi Rûsyayê ve bikişîne. Dewletên Rojavayî hîn jî bi Esad re xwedî pirsgirêkên cidî ne. Tirkiye ku welatekî endamê NATO'yê ye vê yekê heta kîjan astê dikare asayî bike? Weke ku min got, ne bawerim ku di destê Erdogan de be."

Parlamenterê HDP'ê Hişyar Ozsoy anî ziman ku sedema herî girîng a hewldanên ji bo hevdîtina Esad û Tirkiyeyê meseleya Kurd e û got, "Xuya dike ku herdu jî li dijî daxwazên statuya siyasî yên xweserî yan jî federasyon ên Kurdan e. Lewma hevalbendên hev ên xwezayî ne. Bêguman Tirkiye dikare bi Sûriyeyê re hevdîtinê bike. Sînorekî ji 900 kîlometreyî heye, bêguman wê bi hev re biaxivin. Lê belê armanca ji axaftina Tirkiyeyê ya bi Sûriyeyê re divê ne tunekirina Kurdan, ne tunekirina destketiyên Kurdan be. Her hewldaneke asayîbûnê û danûstandinan ên bêyî Kurdan, wê li dijî Kurdan bêne dîtin. Ev yek wê meseleya Kurd a li Tirkiyeyê girantir bike."

Di dawiya axaftina xwe de Ozsoy destnîşan kir polîtîkaya heyî li dijî Kurdan e, lewma wê îflas bike.