Di dema hikûmeta AKP’ê de di çalakiyên de gel de gelek kes bi guleya leşker û polîsên Tirk hatin kuştin. Bi taybetî li hemberî têkoşîna demokratÎk a gelê kurd polîtîkayên şîdetê tên bikaranîn gelek caran jî aliyên muhaxîf jî para xwe ji vê girtine.
AKP ku ji roja hatiye desthilatiyê ji bipêkirina mafan û kuştina mirovan tawîz nedaye. Di 2002’an de mirina 75 kesan wekê kiyar nediyar hate hiştin û di heman dîrokê de di encama êrîşên polîsan de 2 kesî jiyana xwe dest da.
DI 2006’AN DE KOMKUJÎ HATE JIYÎN
Dema gelê kurd li cenzayên xwe xwedî derket terora dewletê jî kete dewrê. Di adara 2006’an de terora herî mezin pêk hat. 14 gerîla di navbera Solhan, Dara Hênê, Çewlik, Pasûra Amedê û Muşê de di operayonê d ejiyana xwe ji dest dabû. 4 cenaze anibûn Amedê. Li Yenîkoy hatibûn definkirin. Lê dewletê tehemulê vê nekir. Di 28’ê adar- 3’ê nîsana 2006’an de di encama êrîşa polîsan de 10 kesî jiyana xwe ji dest dabû. Kesên jiyana xwe dest dan wihane; "Mehmet Akbulut (18), Halît Sogut(78), Tarik Ataykaya(22), Mehmet Işikçi(19), Abdullah Duran(9), Enez Ata(8), Mahsum Mizrak(17), Emrah Fîdan (17), Îsmaîl Erkek(8), Mustafa Eryıîmaz(26)."
Ji sala 2007’an şûnde bi qanûna salahiyet û wezîfeyê ya polîsan hejmara kuştiyan jî zêde dibû. Polîs ji qanûnê fêde girt û pêşendanên muhalîf de xwîn dirijand.
DI 8’Ê ADARÊ DE CÎNAYETA POLÎSAN
Di 2008’an de li Erdîşa Wanê welatiyên bi navê Mehmet Denîş di çalakiyên 8’ê adarê de ji aliyê polîsan ve hate kuştin. Rapora otopsiyê ya Denîz di encama hîleyên dewletê de hatibû berovajîkirin.
DI PÎROZBAHIYA NEWROZÊ DE GULE
Dîsa di heman dîrokê de li Wanê welatiyê bi navê Zekî Erîk di 22’ê adarê de di pîrozbahiyên newrozê de ji aliyê polîsan ve hatibû gulebarankirin û li nexweşxaneyên jiyana xwe ji dest da.
PANZERA POLÎSAN YAHYA PELÇIQAND
Bikaranîna guleyan têrî dewletê nedikir. Di 2008’an de ciwanê bi navê Yahya Menekşe ku hêj 15 salî bû, li Cizîrê di protestoya 15’ê sibatê de di bin panzera polîsan de ma û jiyana xwe ji dest da. Di girteka muayeneya mirina wî de ev yek hate piştrastkirin.
Dîsa di 2009’an de li Cizîrê zarokê bi navê Mehmet Uytun ku hêj 18 mehî bû di pêşandanên Newrozê de bi bombeya gazê hate kuştin.
ŞERZAN KURT-AYDIN ERDEM-MURAT ELÎBOL
Xwendekarên kurd her tim hedefa polîsên tirk bû. Şerzan Kurt kul i Muglayê dixwend di bûyerên li Zanîngehê derketibû de bi guleya polîsan jiyana xwe ji dest da. Pêşî mirina mêjî pêk û malbata awî hemû organên wî bexş kir. waliyê Muglayê wê demê îdia kir ku gule ji çeka polîs derneketiye lê piştre polîsê kujer hate girtin.
Xwedekedarekî din yê kurd Aydin Erdem bû. Erdem xwendekarê Zanîngeha Dîcleyê bû. di 6 kanûna 2009’ân de di meşa ku tecrîda li ser Rêbere PKK’ê Abdullah Ocalan şermzer dikirin de bi guleya polîsan hate qetilklirin.
Xwendekarê kurd Murat Elîbol jî ku xwendekarê zanîngeha Yuzuncu Yilê bû di 4 kanûna 2011’an de piştî mîtina ‘Ez livirim, xwedî li îradeya xwe dertêm’ li kolanê hate qetilkirin.
Ne tenê kurd, her kesên ku derketin qadê muhalîf dibûn hedefa AKP’ê. Mamosteyê teqawît Metîn Lokumcu di dema mîtina Hopayê de ya Erdogan de ji ber gaza îsotê krîz adil derbas kir û jiyana xwe ji dest da.
DI PROTESTOYA HILBIJARTINÊ DE HATE KUŞTIN
Li navçeya Bismila Amedê di protestokirina biryara vetoyê ya li hemberî endamên serbixwe ya YSK’ê ciwanê bi navê Halîl Îbrahîm Oruç bi guleya polîs hat kuştin. Îbrahîm xwendekarê lîseyê bû.
Di merasîma cenazeyên Oruç de welatiyê bi navê Kazim Şeker (60) ji ber bandora gazê jiyana xwe ji dest da.
HACI ZENGÎN BI GAZA ÎSOTÊ HATE KUŞTIN
Îsal di pêşandanên Newrozê de li Stenbolê rêveberê BDP’ê Haci Zengîn bi bombeya gazê birîndar bû. piştî vê Zengîn jiyana xwe ji dest da.
Dîsa îsal di 18’ê adarê li Bismila Amedê di merasîma cenazeya du gerîlayan de Mehmet ŞahÎn Demîr di dema bûyran de jiyana xwe ji dest da.
Û duh…. Li navçeya Gever a Colemêrgê di merasîma cenazeya gerîlayên HPG’ê Cengîz Ozek (Êrîş Dildar) polîsan êrîşê girseyê kir. di encam vê de xwendekarê 17 salî Ozgur taşar bi guleya polîsan jiyana xwe ji dest da.