Ozgur Gundem îro jî gihîşt ber destê xwendevanan

Rojnameya Ozgur Gundemê, ku pêr ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve hat girtin û xebatkarên wê hatin binçavkirin, îro jî gihîşt ber destê xwendevanan. Rojname bi 4 rûpelan û bi manşeta 'PIŞTGIRÎ MEZIN DIBE' hat weşandin.

Rojnameya Ozgur Gundemê weke pêveka taybet a rojnameya Atilimê derket. Di hejmara îro ya rojnameyê de nûçeyên ji bo piştgiriyê hatin lidarxistin, cih girtin.

Rojnameya Ozgur Gundemê duh jî bi manşeta 'EM Ê SERÎ NETEWÎNIN' derketibû.

Rojname îro jî bi manşeta 'PIŞTGIRÎ MEZIN DIBE' gihîşt ber destê xwendevanan.

Xebatkarên rojnameya Ozgur Gundemê hê jî di binê çavan de ne.