Ozguneş: Heke tecrîd were rakirin, welat dikare ji dojehê rizgar bibe
Parlementerê HDP’ê Hasan Ozguneş diyar kir ku heke deriyên Îmraliyê bên vekirin wê Tirkiye ji vê jiyana dojehî, şerê qirêj derkeve û ji vê rejîma zilmê rizgar bibe.
Parlementerê HDP’ê Hasan Ozguneş diyar kir ku heke deriyên Îmraliyê bên vekirin wê Tirkiye ji vê jiyana dojehî, şerê qirêj derkeve û ji vê rejîma zilmê rizgar bibe.
Çalakiya nobedê ya ku parlamenterên HDP’ê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û astengkirina hevdîtina pê re, dabûn destpêkirin di roja 12’emîn de didome. Parlamenterên HDP’ê dixwazin tecrîd bê rakirin û tavilê bi Ocalan û girtiyên din re hevdîtin bê kirin.
Parlamenterên HDP’ê Mûrat Sarisaç, Îmam Taşçier, Ayşe Surucu, Kemal Bulbul, Erdal Aydemîr, Fatma Kûrtûlan, Huseyîn Kaçmaz, Hasan Ozguneş, Mahmut Togrûl û Celadet Gaydali di roja 12’emîn a çalakiyê de li ber deriyê Meclisê gazî Wezareta Dadê kirin.
Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş li ser navê parlamenteran axivî û destnîşan kir ku 23 sal in li Îmraliyê li ser Abdullah Ocalan tecrîd tê kirin û got “Ev tecrîd ne li gorî pîvanên olê, ne li gorî pîvanên ehlaqî, ne li gorî hiqûqa Tirkiyeyê û ne jî li gorî hiqûqa gerdûnî ye. Tecrîd tenê ne li ser birêz Ocalan tê birêvebirin. Tecrîd bi awayek girankirî li ser tevahiya girtîgehan tê sepandin. Di 2 salên dawî de 142 girtî ji ber nexweş bûn li girtîgehan hatin qetilkirin. Bi sedan girtiyên nexweş li zindanan li ber xwe didin û terkî mirinê hatine kirin. Li zindanan êşkence û zilma heyama 12’ê Îlonê heye.”
DIVÊ DERIYÊ ÎMRALIYÊ WERIN VEKIRIN
Ozguneş anî ziman ku heke deriyên Îmraliyê bên vekirin wê Tirkiye ji vê jiyana dojehî, şerê qirêj derkeve û ji vê rejîma zilmê rizgar bibe û got: “Tirkiye dikare wisa bigihîje pergalek azadîxwaz, demokratîk û hiqûqê. Em carek din gazî Wezareta Edaletê dikin û dibêjin, divê ev tecrîd were rakirin. Pêwîst e parêzer û malbata birêz Ocalan û girtiyên din hevdîtinê bikin. Em bi hêvî ne û em ê heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin.”