Otobusê qeza kir: 8 kesan jiyana xwe ji dest dan
Otobusa ku ji Amedê diçû Bodrûmê li navçeya Dînarê qeza kir. Di encamê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan, 35 kes jî birîndar bûn.
Otobusa ku ji Amedê diçû Bodrûmê li navçeya Dînarê qeza kir. Di encamê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan, 35 kes jî birîndar bûn.
Otobusa ku ji Amedê diçû Bodrûmê, li nêzî qada Haydarli ya navçeya Dînarê ya Afyonkarahîsarê wergeriya. Qeza li Xaçerêya Karabedîr qewimî. Di encamê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan, 35 kes jî birîndar bûn.
Gelek ambûlans, tîmên arkujî, AFAD û polîsan berê xwe dan cihê qezayê.
Birîndar bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyên li Dînar û Afyonkarahîsarê.