Otobusê qeza kir, 12 jê leşker 35 kes birîndar bûn
Otobusê qeza kir, 12 jê leşker 35 kes birîndar bûn
ANF
Enqere
pêncşem, 23 gelawêjê 2012, 09:06
Otobusa rêwiyan ku ji Çorumê dihat Enqereyê qeza kir. Di qezayê de 12 jê leşker 35 kes birîndar bûn.
Otobusa rêwiyan ku ji Çorumê dihat Enqereyê li qada Kayaşê qeza kir. Otobusa ku ji rê derket û firiya şaranpolê têde 12 jê leşker bi tevahî 35 kes birîndar bûn. Ajokarê otobusê jî reviya û winda bû.