Rawestgeha duh a otobusa bi dirûşima “Ji Ocalan re Azadî” di 8’ê îlonê de dest bi gerê kir, bajarê Munîh a Almanyayê bû. Otobusê tûra li 5 welatan bi dawî kir û dê îro dest bi tûra li Awisturyayê bike.
Otobus, li paytexta Eyaleta Bavyera ya Almanya Munîhê ji aliyê karwanek ji dehan wesayitan pêk dihat ve hate pêşwazîkirin. Di dema pêşwazîkirinê de tedbîrên berfireh ên polîsên Alman balê kişand ser xwe. Gelek rêyên diçûn navenda bajêr hatin girtin û li gel polîsan dest bi tûra li nav bajêr hate kirin.
Otobûs di Benzinger Strasse ya ku konsolosxaneya Tirk lê ye û Ondeonsplatz a ku Wezareta Navxweyî ya Eyaletê û konsolosxaneya DYA lê ye re derbas bû û li rastî eqeleya şêniyên bajêr hat. Hin Almanan tiliyên serkeftinê bilind kirin û esnafên Kurdan jî bi dirûşmên dilsoziya bi Ocalan re piştgirî dan çalakgerên otobûsê.
Piştre li Seînligator Platzê mitîng hate lidarxistin. Bi sedan Alman jî temaşeyê mitîngê kirin. di mitîngê de li ser navê çalakgeran Musa Geyiler û ji Dayikên Aşitiyê Sûltan Ugraş axivîn û banga piştgiriya ji bo kampanyaya îmzeya a ku ji bo azadiya Ocalan hatiye destpêkirin kir. Emîn Herdun jî li ser navê Federasyona Êzidiyan axivî û cejna Laleşê pîroz kir. Mitîng bi stranên Hozan Şemdîn û Koma Hezex bi dawî bû.
Piştî mitîngê civîna gel hate lidarxistin. Serokê Konfederasyona Komeleyên Kurd ên Ewropayê (KON-KURD) Îsmet Kem axivî û diyar kir ku kampanya îmzeyan, ligel berhevkirina îmzeyan, xebatek dîplomasiyê ye jî. Kem bang li Kurdan kir ku berpirsyartiyên xwe bînin cih.
Otobusa Ji Ocalan re Azadî gera xwe ya li Almanyayê bi dawî kir û dê dest bi gera li Awistruyayê kir. Otobûs dê îro li bajarê Lînzê bê pêşwazîkirin.