Otobusa ji Ocalan re Azadî mîtînga xwe ya dawî a Belçîkayê li Brukselê pêk anî. Heta niha li 5 welatn li 23 navendan mîtîngên girseyî pêk hatin û çalakgerên otobusê ji sibê şûnde dê li bajarê başûrê Almanyayê bigerin.
Li bajarê Manheîm a Almanyayê piştî Mîhrîcana Çand a Kurd Otobusa ‘Ji Ocalan re azadî’ derket rê û ev 4 roje li bajarên Belçîkayê digere. Çalakgerên Otobusê li Swêd, Danîmarka, Almanya, Hollanda, Belçîkayê bi gitşî li 23 navendan mîtîng pêk anîn. Bi turên bajaran û belavokên hatin belavkirin der bare îşkenceya li Îmraliyê ya li ser Ocalan de rayagitşî hate agahdarkirin û der bare kampayaya ji Ocalan Azadî jî agahdarî hate kirin.
Rawestgeha dawî ya Belçîkayê duh Bruksel bû. Duh saet li dora 12.30’an otobusa ku ket bajar bi karwanek hate pêşwazîkirin. Piştî tura bajar li Qada Borsa mîtîng pêk hat. Çalakger wekî bajarên din li vir jî ji bo kampanyaya îmzeyan a jib o Azadiya Ocalan stand vekirin.
Endama întiyastîfa Ji Ocalan re Azadî Ann Krîstîn Kovarsch, nûnera PYD a Ewropayê Zûhat Kobanî, endamê KNK’Ê Alî Yîgît û li ser nave dayikên aşatiyê Sultan Ugraş axivîn û welatiyên Belçîkayê eleqeyek mezin nîşan da.
Mîtînga ku çapemeniya biyanî temaşe kir jib o azadiya Ocalan 1500 îmze hatin komkirin. Otobusê piştî vê berê xwe ba bajarê Denderleeuw yak u studyoyên Stêrk TV li wir e. Otobus ji aliyê rayedarên TV ve hatin pêşwazîkirin û êvarê jî tevli bernameyeke panelê bûn.
Çalakger dê îro li Brukselê bin. Saet di 13.00’an de li Place Luxembourgê dê çalakî pêk bê. Piştî vê otobus jib o tura Almanyayê dê ji bajarê Saarbrucken bi rê bikevin