Otobusa Azadiyê ya ji bo balê bikişîne ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li welatên Ewropayê digere roja duşemê li Oldenburgê bû.
Otobusa ku di 8’ê îlonê de ji bajarê Mannheîm bi rê ket û ji Stockholmê heta Kopenhagê li gelek welatên Ewropayê geriya roja duşemê li bajarê Oldengburg a Almanyayê bû. Otobus saet di 13.00’an de ji aliyê girseyeke qelebalix ve hat pêşwazîkirin.
Mitînga ku li Qada Oldenburg Schloßplatz2 pêk hat, gelek kes ji Bremenê bi konvoyan hat qadê. Beriya ku konvoy bê qadê ji aliyê polîsan ve hatin rawestanddin.
Şêniyên bajar eleqeyeke mezin nîşanê mîtîngê dan û ji bo azadiya Ocalan ji 500’î zêdetir îmze berhev kirin.
Çalakgerê otobusê Mîrhem Yîgît li qadê axaftin kir û tecrîda li ser Ocalan şermezar kir û got pêkanînên liser Ocalan derveyê mirovahiyê ne. Yîgît wiha pêde çû: “ Azadiya Rêber Apo azadiya gelê kurde. Heta Rêber Apo azad nebe gelê kurd azad nabe û dê têkoşîna xwe bidomîne. Ji ber vê divê em kampanya îmzeyan esas bigirin.”
Piştre ji komîteya tertîp Ann Krîstîn Kowarch axivî û wiha got: “Em ji bo Ocalan li vir in. 425 roje agahî jÊ nayê girtin. Parêzer nekarin hevdîtina bikin. ev tecrîda li ser wî şerma mirovahiyê ye.
Çalakger Yildiz Tuç jî diyar kir ji berk u li vir gelek serbilind e û Gulê Noyan jî got hatina otobusê weke hesta hatina Rêber Apo ye.
Hozan Şemdin, Hozan Rengin, Hozan Tuncer Yalinkilic û Rezdan bi stranên xwe gel coşand.