Otobusa 'Ji Ocalan re Azadî' li Liegeyê bû

Otobusa 'Ji Ocalan re Azadî' li Liegeyê bû

Tura otobusa ‘Ji Ocalan re Azadî’ ku ji bajarê Mannheîm a Almanyayê bi rê ket, niha li Belçîkayê bi mîtîngan tê pêşwazîkirin. Duh li bajarê Lîege nêzî 500 kesî tevli mîtîngê bûn. Rawestgeha otobusê ya îro jî paytetx Bruksel bû.

Otobusa ‘Ji Ocalan re azadî’ duh li bajarê Lîege ya Belçîkayê bûn. Otobus bi karwaneke mezin ket bajar. Piştî tura li bajar li Place de Lambert mîtîng pêk hat. Nêzî 500 Kurdistanî û dostên kurdan tevlî mîtîngê bûn. Endamê însiyatîfa ji Ocalan re azadî Hasan Acar belav bi frensî xwend. Li ser navê KNK’ê jî Alî Yîgît axivî û diyar kir ku Kurdistanê azadiya rêberê xwe dixwazin. Yîgît wiha got: “AKP bi polîtîkayên ku dimeşîne hewl dide têkoşîna azadiya kurd qels bike. Hewl dide biqedîne. Lê em vanpolîtîkayan bi têkoşîna xwe vala derdixînin.”

Nûnerên Partiya Karkera (PTB) û Partiya Komunîst a Belçîkayê (PC) tevlî mitîngê bûn û axaftinek kirin. Berdevkê partiya karkeran Raoul Hedebouw wiha got: “Em wekî partiyeke komunîst û çepgir daxwaz û têkoşîna azadiya kurd piştgiriyê didin. Divê em bi we re li dijî krîza kapîtalîzmê ya li Belçîkayê û pakêta hilweşandinê têkoşînê bimeşînin.” Hedebous da zanîn di hilbijartinên 14’ê cotmehê de bila piştgiriyê bidin lîsteya ku bi partiyên komunîst re ava kirine.

Nûnerê Partiya Komunîst Dany û serokê Lîege Cdh Mîchel Fîrket jî axaftin irin û balkişandin ser girîngiya têkoşînê û diyar kirin ku ew piştgiriyê didin têkoşîna kurd. Di mîtîngê de li ser nave Kolektîfa Penaberên Belçîkayê (BGK) axaftinek hat kirin.

Çalakger îro li paytexta Brukselê ya Belçîkayê dê mîtîngê pêk bîne. Mîtîng dê saet di navbera 13.00-15.00’an de li Qada Borsa pêk were.