Tûra Otobusa “Ji Ocalan re Azadî” ya ku ji bajarê Manheîm a Almanyayê dest pê kir gihişt Holandayê. Otobusê duh li bajarê Arnheimê bi mitîngekê dest bi tûra li Holandayê kir. Tûra otobusan îro gihişt paytexta Holanda Amsterdamê. Li vir Serokê Kongra-Gel Remzî Kartal amade bû got; “Divê her Kurdek mîna dîplomatan dostên xwe yên biyanî beşdarî kampanyaya Ji Ocalan re Azadî bikin. Divê her esnafên Kurd li ber deriyê kargeh û firoşgehên xwe stad deynin. Ge em xwe baş bi rêxistin bikin, em ê vê pêvajoya bi ser bixin.”
Tûra otobusê ya Ji Ocalan re Azadî, ku dê li 8 welat û 69 bajarên Ewropayê bigere, îro dest bi tûra li Holandayê kir. Yekem rawestgeha tûrê bajarê Arnheimê bû. Li wir ji bo kampanyaya îmzeyan stat ahte vekirin.
Serokê KONGRA-GEL Remzî Kartal jî beşdarî tura otobusê bû û bal kişand ser peywir û berpirsiya Kurdan û saziyên Kurdan. Kartal da zanîn ku tevgera azadiyê ji bo çareseriyê tevgereke şoreşgerî pêş xistiye û diyar kir ku Ocalan di Îmralî de li ber xwe dide, gerîla li çiyayên Kurdistanê, gritî di zîndanan de û gelê Kurd jî li qadan bersivê dide vê pêvajoyê.
Kartal got; “Divê her Kurdek mîna dîplomatan dostên xwe yên biyanî beşdarî kampanyaya Ji Ocalan re Azadî bikin. Divê her esnafên Kurd li ber deriyê kargeh û firoşgehên xwe stad deynin. Ge em xwe baş bi rêxistin bikin, em ê vê pêvajoya bi ser bixin.”
Piştre ji çalakgerên otobusê Ann Kristin Kovarsch axivî û der barê çalakiyê de agahî da û her wiha hozan Şemdîn jî çavdêriyên xwe yên ji Roajvayê Kurdistanê vegot.
Kurdên li Arnheimê ji bo kampanyaya azadiya Ocalan gelek îmze kom kirin û Kurdistaniyên li vir da zanîn ku ew ê ji rojên şemiyê li Qada Marktpleinê stadên kampanyayê vebikin.
Piştî Arnheimê otobûs îro gihişt patexta Holanda Amsterdamê. Li Qada Dam Beuspleinê mitîngek hate lidarxistin.
AZADIYA OCALAN DAXWAZEK NETEWEYÎ YE
Di mitîngê de Serokê KNK’ê Tahir Kemalîzade axivî. Kemalîzade destnîşan kir ku li Rojhilatanavîn veguhertinek girîng çêdibe û bal kişand ku divê Kurd jî di demek wiha de destkeftiyan bi dest bixin. Kemalîzade da zanîn ku gelê Kurd ji bo vê yekê bedelên mezin dide û diyar kir ku Ocalan jî ji bo vê yekê li Îmraliyê bedelên mezin idin.
Kemalîzade diyar kir ku azadiya Ocalan daxwaze neteweyî ye û got; “Kîjan rêberê Kurdan di şert û mercên wiha de bûya, me dê heman helwesta îro nîşan bidaya. Birêz Barzanî be, Talebanî jî be,me dê heman helwest nîşan bidaba û em dê li rêberê xwe xwedî derbikevin.”
Piştî Kemalîzade, Serokê Kongra-Gel Remzî Kartal axivî û bal kişand ser têkoşîna gelê Kurda li her çaraliyên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dimeîşîne. Kartal bal kişand ser kampanyaya ji bo azadiya Ocalan hatiye destpêkirin û diyar kir ku kampanya ji Çînê heta Kaneda, ji Awisturya heta Rûsyayê, heta Efrîkayê li rastî eleqeyek mezin tê û da zanîn ku armanca wan ew e ku bi milyonan îmze berhev bikin. Kartal diyar kir ku ew ji bo vê yekê xebatek bê hempa dimeşînin û destnîşan kir ku ew dixwazin bi vê kampanyayê azadiya Ocalan û statuya ji bo gelê Kurd bibin rojeva navneteweyî.
Piştî mitîngê îmze hatin berhevkirin û berhevkirina îmzeyan li rastî eleqeyek mezin a Holandiyan hat.