Otobûsa bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re Azadî, mehek û 5 roj in ketiye ser rê û li welatên Ewropayê digere. Rawestgeha otobusê ya duh bajarê Freiburgê bû.
Otobusê di 2’yê cotmehê de dest bi tûrê kir. Otobûs piştî bajarê Heilbronnê gihişt Freiburgê. Otobûs li bajarê Buhle Badenê bi girseyî hate pêşwazîkirin. Li Novotela li navenda bajêr mitîngek hate lidarxistin. Piştî ku bi almanî der barê çalakiyê de agahî hate dayîn, ji rêveberên Federasyona Komeleyên Kurdan ên Almanyayê (YEK-KOM) Bahattîn Dogan axaftinek kir.
Dogan da zanîn ku ew heta niha çûne serdana 5 welat û 35 bajaran û li her her derê bi girseyî hatin pêşwazîkirin..
Di dema mitîngê de ji bo azadiya Ocalan standên îmzeyan hatin vekirin. Stand li rastî eleqeyek mezin a Almanên dostên Kurdan hatin.
Di çalakiyê de Teolog Henri Dahlem ê ji Hollandayê jî axaftine kir û diyar kir ku divê Ocalan azad bib e. piştî axaftinê Dahlem dest bi berhevkirina îmzeyan kir û zêdetirê hezar îmze berhev kir.
Di çalakiyê de Hozan Şemdîn û Koma Hezex stran strîn û girseyê coşand.
Di saetên êvarê de jî li bajarê Freiburgê li Komeleya çandê ya Kurdan civînek hate lidarxistin.
Rawestgeha otobûsa ji Ocalan re Azadî ya îro dê bajarê Ulm ê Almanyayê be.