Otobûsa ji Ocalan re Azadî li Bruskelê ye

Otobûsa ji Ocalan re Azadî li Bruskelê ye

Çalakiya tura otubûsê ya bi dirûşima "Ji Ocalan re Azadî" ya ku ji bajarê Mannheimê yê Almanyayê dest pê kir gihişt paytexta Belçîka Bruksel. Di çalakiya li Brukselê de gelek îmze hatin berhevkirin.

Çalakger pêşî di nava bajêr de geriyan û piştre jî li meydana Borsayê mîtîng li dar xistin. Di mîtîngê de axaftin hatin kirin. Endama Însîyatîfa ji Ocalan re Azadî An Kristîn Kovarxê li ser girînga çalakiyê axiftinek kir.

Li ser navê KNKê jî Alî Yîgît axaftinek kir û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bîr xist û got ku armanca vê çalakiya azadiya Ocalan e.

Nunerê PYDê Zuhat Kobanî jî, li ser pêşveçûnên li Rojavayê Kurdistanê axivî. Her wiha ji Dayîkên Aştiyê jî, Sultan Oraş axaftinek kir û banga xurtkirina çalakiyan li gelê Kurd kir.

Piştî axaftinan bi stran û gerandina govendê çalakiyê rengîntir kirin. Li qada mîtîngê belavok hatin belavkirin û îmze hatin berhevkirin.

Welatîyên Belçîkî jî eleqeyek gelek mezin nîşanê vê çalakiyê dan û ji bo Ocalan îmze dan.