Tura otubusa ‘Ji bo Ocalan AZadî’ ku Ewropayê digere li Almanyayê didome. Li bajarê Hamburgê bi eleqeyeke mezin hate pêşwazîkirin û îro jî dê biçe Bremen.
Bi armanca ku balê bikişînin ser tecrîda giran ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 8’ê îlonê de sefera otobusê ji bajarê Mannheîm bi rê ket û piştî welatên Îskandînavyayê vê hefteyê li Almanyayê bû.
Rwesetegeha ewil ya Almnayayê paytexta Schleswîg-Holsteîn, Kîel bû. Çalakvanên otubusê li bajarên Halle û Magdeburg mîtîng û civîn pêk anîn û di serdan du roja a Berlînê de eleqeyeke mezin dît.
Ligel mîtînga ber Deriyê Brandenburg yê dîrokî, li standên îmzeyan ya ji bo azadiya Ocalan hatibû dest pêkirin jî bi hezaran îmze hatin berhevkirin.
JI 700’Î ZÊDETIR KES TEVLI MÎTÎNGÊ BÛN
Otubusa ji bo azadiya Ocalan piştî bajarê Potsdamê duh derbasî Hamburgê bû. Çalakger li îstasyona benzîn a Stîllhorn ji aliyê karwanekê mezin ve hate pêşwazîkirin. Di saetên nîvro de piştî tura bajar li Qada Sternschanze mîtîng pêk hat. Di çalakiyê de belavokên ku daxwazên ji bo azadiya Ocalan û îşkenceya Îmraliyê rabe têde cih digirin hatin belavkirin û ji bo kampanyaya îmzeyan stand hatin vekirin. Standa îmzeyan eleqeyek mezin dît. Ji 700’î zêdetir kes tevli mîtîngê bûn. Serokê Meclisa Gel a Hamburgê Alî Yavru axivî. Li ser navê çalakgerên sefera otobusê Ann Krîstîn Kowarsch axaftin bi almanî kir. Piştî axaftinan koma muzîkê ya Latîn Amerîkayê derket ser dikê. Herî dawî Xemgîn Bîrhat û Hozan Şemdîn derketin ser dikê. Piştî mîtînê li Komeleya kurd a Hamburgê civîna gel pêk hat.
OTOBUS ÎRO LI BREMENÊ YE
Kurdên li Bremen a Almanyayê dijî îro dê Otobusa Ji bo Azadiya Ocalan pêşwazî bikin. Saziyên kurd dê bi karwanê li Grundbergsee, Post Hausen otobusê pêşwazî bike.
Pêşî dê bi karwanekê li bajar tur bê avêtin û piştre dê li ber Bremen Hauptbahnhof mîtîng pêk were.
Di nava kesên dê çalakgerên otobusê pêşwazî bikin de, Cigirê Hevserokê BDP’ê Hamît Geylanî, Parlamenterê SDP’ê Mehmet Alî Seyrek, nûnerê MLDP yê Alman, Parlamentera Hamburgê Cansu Ozdemîr heye.