Di 25’ê hezîranê de li dijî Navenda Giştî ya KESK’ê û sendîkayên girêdayî wê operasyon hate destpêkirin û di encama operasyonê de gelek kes hatin girtin. Bertekên li jî operasyonê her diçin zêde dibin. Li paytexta Berlîn a Almanyayê operasyon hate protestorkirin. Her wiha ji bo piştevaniya KESK’ê platformek hate avakirin.
Serokê Giştî Lamî Ozgen û gelek endamên sendîkayan jî di navde bi giştî 71 kes hatibûn girtin û bertekê tund hatibûn nîşandan. Beşeke ji koma KESK’iyan hate girtin. Li Almanyayê ev hate protestokirin.
Duh êvarê li qada Kottbusser Tor a Berlînê komeke qelebalix kom bû û operasyona li dijî KESK’ê protesto kri. Ligel barana dijwar çalakiyê berdewam kir û hate gotin ku terora AKP’ê ya li dijî şaredar, parêzer û kedkaran her diçe zêde dibe.
Çalakiya ku bê navber dirûşmeyên ‘Ji bo endamên KESK’ê Azadî’ û ‘Bijî biratiya gelan’ hatin berzkirin, bi daxuyanya çepemeniyê bi dawî bû.