Operasyonên qirkirina siyasî: Li Stenbolê 7 kes hat destgîrkirin

Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de, li Stenbolê 7 kes hatin destgîrkirin.

Polîsan di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de di destê sibehê de avêtin ser gelek malan. Di encama serdegirtinên li navçeyên Kuçukçekmece, Ataşehîr û Sancaktepeyê de rêveberê navçeya Sancaktepe ya Partiya Demokratîk a Gel (HDP) Kerim Kiliç jî di nav de Ahmet Ozbey, Melek Akdogan, Şukran Altunyanak, Devran Kaya, Mûhittîn Guler û Kaddafî Unal hatin destgîrkirin.

7 kesên ku hatin destgîrkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê.