Operasyonên 'qirkirina siyasî' li Bîelefeldê hatin şermezarkirin
Kurdistaniyên li bajarê Bîelefeldê dijîn, operasyonên qirkirina siyasî yên ji aliyê AKP/Qesrê ve tên meşandin, şermezar kirin.
Kurdistaniyên li bajarê Bîelefeldê dijîn, operasyonên qirkirina siyasî yên ji aliyê AKP/Qesrê ve tên meşandin, şermezar kirin.
Li bajarê Bîelefeld ê Elmanyayê, girtina parlamenterên HDP'ê û operasyonên qirkirina siyasî yên hê jî dewam dikin, hatin şermezarkirin.
Kurdistaniyên li meydana Stasyonê li hev civiyan, ji vir ber bi Jahnplatzê ve meşiyan. Di meşê de dirûşmên "Kujer Erdogan", "Dest nede vîna min", "Destên dirêjî vîna min dibin wê bişikên", "Bijî HDP", "Ciwan wê hesab bipirsin" hatin qîrîn.
Li navenda bajêr, têkildarî operasyonên li dijî HDP'ê belavok hat xwendin û banga geşkirina berxwedanê hate kirin.