Operasyona qirkirina siyasî: Gelek kes hatin destgîrkirin-NÛ BÛ
Di operasyonên qirkirina siyasî de bi ser avahiya TÛAY-DER’ê û gelek malan de hat girtin. Di encama operasyonê de gelek kes hatin destgîrkirin.
Di operasyonên qirkirina siyasî de bi ser avahiya TÛAY-DER’ê û gelek malan de hat girtin. Di encama operasyonê de gelek kes hatin destgîrkirin.
Îro di danê sibehê de leşker û polîsan li navçeyên Nisêbîn û Qoserê yên Mêrdînê bi ser gelek malan de girtin. Di encama serdegirtinên li gundê Menderê yê Nisêbînê de Hevserokê HDP’ê ya Nisêbînê yê berê Şiyar Koç, keyayê gund Faris Alak û welatiyê bi navê Firat Demîr hatin destgîrkirin.
Li navçeya Qoserê jî Hevserokê DBP’ê ya navçeyê Mahmût Damar û welatiyên bi navên Metîn Yilmaz û Samî Îldem hatin destgîrkirin.
Tê gotin ku hejmara destgîrkiriyan zêdetir bibe. Hat zanîn ku lêpirsîn bi îdiaya “alîkarîdayîna rêxistinê” hatiye destpêkirin.
LI 5 BAJARAN SERDEGIRTINÊN POLÎSAN
Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê ve tê meşandin de li Mêrsîn, Enqere, Antalya, Edene û Îzmîrê bi hemwext bi ser 28 deran de de hatiye girtin. Hat diyarkirin ku di serdegirtinan de rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Çûkûrova TÛAY-DER û xizmên girtiyan hatine destgîrkirin. Hat diyarkirin ku di çarçoveya lêpirsîna ku bi îdîaya “propagandakirina rêxistinê” û “di aliyê madî de alîkarîdayîna girtiyan” tê meşandin de bi ser avahiya Çûkûrova TÛAY-DER’ê de jî hatiye girtin û lêgerîn hîna dewam dikin.
Birayê rojnamevan Hakan Yalçin ku di 16'ê Gulanê de hate berdan, Ozkan Yalçin jî hat destgîrkirin. Yalçin ku li Enqereyê hat destgîrkirin, ji aliyê polîsan ve êşkence lê hat kirin. Malbata Yalçin li dijî şîdeta polîsan giliyê sûc kir.
Di çarçoveya lêpirsîna ku navenda wê Mêrsîn e de, hin kesên hatin destgîrkirin ev in: Rêveberê Çûkûrova TÛAY-DER’ê Selîm Ekîcî, Cengîz Dere yê DBP’î, Kadrî Ezer û Ozkan Yalçin.
NÛÇEGIHANÊ AJANSA MEZOPOTAMYAYÊ JÎ HAT DESTGÎRKIRIN
Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Delal Akyuz di serdegirtinên malan ên li Îzmîrê de hat destgîrkirin. Hat destnîşankirin ku Akyuz di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê meşandî de hat destgîrkirin. Akyuz birin Midûriyeta Emniyetê ya Îzmîrê ya li Çankayayê.