Operasyona qirkirina siyasî: 19 kes hatin destgîrkirin

Di operasyona qirkirina siyasî ya li 5 bajaran ku navenda wê Enqereyê bi hinceta pîrozbahiya Newrozê hat destpêkirin de 19 kes hatin destgîrkirin.

Polîsan bi hinceta lêpirsîna derbarê kesên ku li Enqereyê beşdarî pîrozbahiya Newrozê bûne de bi ser gelek malan de girtin. Hat hînbûn ku di serdegirtinên malan ên li 5 bajarên ku navenda wê Enqereye de 19 kes hatin destgîrkirin.

Hate hînbûn ku di nav kesên hatine destgîrkirin de endamên Meclîsa Partiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Bedriye Irmak û Nebahat Çalpan, Halîl Guzel, Bariş Guzel, Ahmet Guzel, Aykut Bozkuş, Cahît Gumuş, Mert Ûstûndag, Yasîn Bahçivan, Samet Ayataç û Kadîr Aytaç hene.

Kesên hatin destgîrkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê.