Halûk Gerger terora binçavkirin û girtinê ya ku her roj li Tirkiyeyê bi dijwarî berdewam dike, weke yek ji parçeyên şerê li dijî Kurdan nirxand û diyar kir ku sedema van operasyonan ne tenê sedemên demkî û rojane ne. Berdevkê Platforma Piştgiriya ji bo Rojnamevanên Girtî (TGDP) Abay jî got; “Dixwazin hêzên muxalîfê di bin zextan de bihêlin û bê deng bikin.”
Operasyonên rejîma AKP’ê yên li hemberî hemû alî û derdorên muxalîf berdewam dikin. Li Bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê hema bêje her roj serê sibê operasyonên siyasî pêk tên, di encamê de gelek kes têne girtin û binçavkirin. Herî dawî di 23’ê hezîranê de di operasyona li dijî sosyalîstan pêk hat de tevî 2 rojnamevanan 9 kes hatibûn binçavkirin û ji vana 5 kes hatin girtin.
Di 25’ê hezîranê de jî di encama operasyonên li hemberî sendîkayên girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Gelemperiyê (KESK) de tevî Serokê KESK’ê Lamî Ozgen, 71 kes hatin binçavkirin. Duh jî bi ser navenda Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA) û rojnameya Atilimê de girtin.
Endamê berê yê hîndekariya Beşa Têkiliyên Navneteweyî yê Fakulteya Zanîstên Siyasî ya Zanîngeha Enqereyê akademîsyen û nivîskar Halûk Gerger der barê vê terora binçavkirin û girtinê ya li hemberî Kurdan ji ANFÎ’ê re axivî.
DIBE ÊRÎŞÊ KESÊN PIŞTGIRIYÊ DIDIN KURDAN JÎ BIKIN
Gerger destnîşan kir ku divê mirov bi awayeke demkî li van operasyonan nemeyzîne û got; “Ev êrîşane êrîşên mayînde ne. Ger em bi awayeke demkî lê bimeyzînin mirov nikare şîroveyek rast li ser bike. Ev êrîş ne êrîşên demkî ne, ne ku hin caran pêktên, ji ber ku mayînde ne, çavkaniya xwe ji kapîtalîzma Tirkiyeyê û dînamîkên dewletê werdigirin.”
Gerger got ku her çendî ev operasyona carna kêm û zêde dibin jî, lê tenê karekterê xwe diguherînin û wiha domand, “Zext û çavtirsandin di çarçoveya guhertina karekter de, carna bi çekê, rojek bi şerê psîkolojîk, rojek jî bi girtinan pêk tên.”
Gerger operasyon û êrîşan rejîma AKP’ê weke “parçeyeke ji şerê li hemberî Kurdan” nirxand û got; “Ev şer li derve û hindur tê meşandin. Ev şer ne tenê li dijî Kurdan li dijî hemû aliyên piştgirî didin Kurdan û aliyên şoreşgerên Tirkiyeyê ne.”
Gerger bal kişand ser qeyrana li Sûriyeyê jî û got; “Li Rojhilata Navîn hemû rejîm tedbîqat dikin, dixwazin dîsîplîna xwe ya navxweyî biparêzin. Li hemberî gelan îtîfaqên nû pêş dixin. Û aliyê vê yê polîtîkayên derve û hindur hene.
‘DIXWAZIN MUXALÎFETÊ BITMY’YÊ BÊ DENG BIKIN’
Berdevkê Platforma Piştgiriya ji bo Rojnamevanên Girtî (TGDP) Necatî Abay jî got; “Dixwazin hêzên muxalîfê di bin zextan de bihêlin û bê deng bikin.” Abay diyar kir ku piştî operasyonên di 23’ê hezîranê de li hemberî sosyalîstan pêk hatin, niha jî berê xwe dane KESK’ê .
Abay destnîşan kir ku li girtîgehên Tirkiyeyê 97 rojnamevan hene û got; “97 rojnamavan di girtîgehan de ne. Tirkiye di vî warî de yekemînê cîhanê ye. Li cîhanê 170 rojnamevan girtî ne, li Tirkiyeyê tenê 97 rojnamevan girtî ne. Ji nîva rojnamevanên li cîhanê girtî zêdetir, li Tirkiyeyê girtî ne. Piraniya van rojnamevanan di çapemeniya Kurdan de dixebitin. ”