Parlementerê BDP’ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder daxuyaniyên Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ên di kongreya AKP’ê de nirxand û got; “Di nava bêçaretiyê de bû. Ji ber ku Kurd ji bo wî bîatê nakin, matmayî bûye.” Onder destnîşan kir ku kesên hêviya wan bi Erdogan hebû bersiva xwe ji axaftinên Erdogan ên di kongreyê de giritn.
Parlementerê BDP’ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder axaftinên Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan di 30’ê îlonê de, di kongreya AKP’ê de kir, ji ANF’ê re nirxand.
'ERDOGAN PIR BAŞ BERSIV DA KESÊN BI HÊVIYA WAN BI WÎ HENE!'
Onder kesên heta niha dibêjin ku baweriya wan heye ku dê AKP pirsgirêka Kurd çareser bike rexne kir û got; “Jixwe AKP’ê tu hêviyek çênekiribû. Jixwe pêwîst nebû ku kes beriya duh jî hêvîyê ji AKP’ê bike. Lê hîna jî hinek mirovên ku digotin ev yek wiha nabe, hebûn. Di nav vana de Kurd jî, lîberal jî hebûn. Wana bawer dikir ku dê Erdogan pirsgirêk çareser bike. Erdogan bi xwe duh bersivê da hemû kesên ku hêviya wan bi Erdogan hene û got ‘Ya birayên min, hûn çi bêar in, ez pirsgirêkê çarser nakim, ma hûn ji gotinên min fam nakin’. Bi vî awayî baş bersiv da. Ev ji axaftinên wî hatin fêmkirin. "
Onder pirsî ; “Gelo çima her kes çareseriyê bi hêza mirovek desthilat vegirê dide? Çima kes çareseriya pirsgirêkê bi nuhertiyên çînî ve girênade?" û wiha domand: "Ma Erdogan hay ji xwe nîn e, an aqlê wî jê nagire?”
Onder destnîşan kir ku Erdogan di kongreya duh de qet behsa polîtîkayên xwe yên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd nekir û wiha pê de çû: “Bi ya min rewşa Erdogan wiha ye: me di kongreyê de matbûna wî, ketina rewşke bêçare, dît. Ji ber ku Kurd qet ji wî re bîatê nakin ji xwe re şaş û heyrî maye.”
'NEXWESTINA HEVDÎTINA BI BDP’Ê RE NORMAL E'
Sirri Sureyya Onder destnîşan kir ku Erdogan diyar kiriye ew naxwazin hevdîtinê bi BDP’ê re pêk bînin û ev şîrove kir: “Bala xwe bidin ser, ez ê behsa çewtiyek hevpar bikim; ji ber ku bi BDP’ê re hevdîtin nake şaş dimîne. Li gorî wan normal e, divê bi BDP’ê re hevdîtin pêk bîne. Lê rewş berovajî ye. Divê tenê bi BDP’ê re hevdîtin pêk neyne. Gelo dê bixwazin nirxê ku dê bi pêngavê ber bi aşitiyê ve bên afirandin, bixwazin bi BDP’ê re parve bikin? Naxwaze. Hûn dê bibînin; bi CHP û MHP’ê re jî parve nake. Ger tenê rîsk û berpirsyartî hebin dê parve bike."
Onder got ku Kurd û gelên Tirkiyeyê “polîtîkayên xapandinê” baş dizanin û ev bang li Erdogan kir; “Ji ber ku Tu nunertiya çîna hakîm dikî, nabe ku her gotinên te bên bicihanîn. Çînên xwedî rêxistin û gelên li hemberî dikarin van hewldanên te pûç bikin. Duh jî ji ber vê yekê şaş mabû."
‘GER DEST BIDIN YEK JI ME…’
Onder bal kişand ser ku ew weke BDP’e rexmê ku Erdogan û hikumet di dema nû ya Meclîsê de ne alîgirên çareseriyê ne jî, ‘ew dê tekoşîna xwe bi hêz bikin û berdewam bikin û di nava yekbûnê de tevger bikin’ û wiha got: “Ji ber ku aliyê din ne alîgirê çareseriyê, nayê wê wateyê em dê tişt û miştên xwe bigirin û biçin. Dê du nêzîkatiyên BDP’ê hebin, ya yekem; teşhîrkirina polîtîkayên şer û bêbandorkirina wan. Di dewreya yekem de ev yek bi awayek baş anî cih. Ya duwem jî, yekbûîn. Heya roja îro xwestin perçeyên mezin ji Kurdan û BDP’ê qut bikin, xwestin wê belav bikin. BDP’ê di dewreya borî de destûr neda vê yekê. Dê vê dewreyê de jî destûr ne de. Dê di meseleya çareseriyê de li ser esasê aştî û demokrasiyê bi înat û israr tevbigere û hêza xwe zêde bike. Em dê têkildarî vê korîdorên nû vekin.”
Onder bal kişand mijara mafê ‘destnedanê’ jî destnîşan kir; “Ger dema li dijî destlênedana parlementerek yê partiyê ketin êrîşê, em dê tu caran destûrê nedin. Ger dest bidin yek ji me jî; em dê wisan hesab bikin ku dest dane me hemûyan.”
‘BANG LI GEL NEKIR, BANG LI TIRŞIKVANA KIR!’
Sirri Sureyya Onder gotina Erdogan ya di kongreyê de derbarê Kurdan de bikaranî ya “Werin vê pirsgirêkê ne bi kesên ‘terorîstan’ himbêz dikin çareser bikin, li gel we çareser bikîn” wiha şîrove kir: “Gel pêncî caran bersiva pêwîst daye. Li gor min ev peyam neda gel. Tiştekî ji gel re gotî nîne. Projeyekî ji tirşikvana avakirina partiyekî nû ya Kurdan heye. Behsa wan dike. Jixwe tê zanîn ew kî ne!”