Omer Ocalan: Heta ku tecrîd bi dawî wê nobeda me bidome

Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan diyar kir heta tecrîda li ser Îmraliyê bi dawî bibe wê li ber Wezareta Edaletê çalakiya nobedê bidomînin.

Parlementerê Rihayê Omer Ocalan diyar kir ku wî jî hefteyê 2 caran ji bo hevdîtinê serlêdan kiriye û heta niha ji Wezareta Edaletê ya Tirkiyeyê bersiv nedaye wî. Ocalan diyar kir ji bo hevdîtin pêk were, wê israr bikin.

Parlamenterê Rihayê Omer Ocalan têkildarî nobeda ku parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li ber Wezareta Edaletê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dane destpêkirin, ji ANF'ê re axivî. Ocalan bi bîr xist ku tecrîd ji sala 2015'an û vir ve girantir bûye.

Omer Ocalan got: “Çavkaniya pirsgirêkên civakî, aloziya di nava civakê de, polîtîkayên îmha û mirinê yên ji sala 2015’an û vir ve li Îmraliyê dest pê kir. Em dizanin ku ji sala 2015’an û vir ve tecrîdeke giran heye û 21 meh in tu hevdîtin nehatine kirin. Me di Hezîrana 2022’an de Meşa Gemlîkê û 20 roj berê li Edene û Êlihê jî ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê mîtîng li dar xist. Me li gelek deran xebatên dîplomatîk meşandin. Li Ewropayê xebat hatin kirin. Di encama van serlêdanan de derbarê serdana CPT’ê ya Îmraliyê ya di navbera 20-29’ê Îlonê de rewşeke ne zelal derket holê. Di encama serlêdanên me de, daxuyaniyên Buroya Hiqûqê ya Asrinê û gelo ka CPT li Îmraliyê civînek li dar xistiye yan na, fikarên me çêbûn. Ji ber ku ev hemû bû mijara nîqaşê, HDP'ê biryara ‘Nobeda Edaletê’ ya li ber Wezareta Edaletê da. Di nav Desteya Rêveberî ya Navendî, Meclîsa Partiyê û Koma Meclîsê de hate axaftin. Heta ku tecrîd biqede, encam were stendin û ev daxwazên meşrû û demokratîk were qebûlkirin wê nobeta li Wezareta Edaletê bidome.

LI HOLÊ BÊHIQÛQIYEKE MEZIN HEYE

Omer Ocalan diyar kir ku paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Rojhilata Navîn û ji bo gelê Kurd girîngiya xwe heye û got “Hêviya civakan ev e ku bi hev re bijîn. Ji bo di zûtirîn demê de ev tecrîd bê şikandin em ê çalakiyên xwe bidomînin. Armanca me li vir bidestxistina encaman e. Li tu derê cîhanê nêzîkatiyên bi vî rengî yên derqanûnî, bêhiqûqî û keyfî tune. Niha li Îmraliyê ne qanûnên Tirkiyeyê ne jî hiqûqa navneteweyî nayên sepandin.. Heta ev bêhiqûqî were rakirin em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

EM DIXWAZIN AGAHIYAN JI ÎMRALIYÊ BISTÎNIN

Ocalan diyar kir ku hem wekî malbat hem jî wekî parlamenter tim ji bo hevdîtinê serlêdanê dikin û got ku ew ji tenduristî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi fikar in. Ocalan axaftina xwe wisa domand: “Em di warê teknîkî de gelek aliyên hiqûqê de têdikoşin. Saziyên mafên mirovan û parlamenterên me serlêdanê dikin. Ti bersivek erênî û neyînî nehatiye dayîn. Ez hefteyê du caran serlêdanê dikim lê bersiv nayê dayîn. Em ê di van serlêdanan de israr bikin. Rêya rizgarbûna ji faşîzma AKP-MHP’ê ya ku ji sala 2015’an û vir ve hewl dide pergala qirêjî û hilweşînê ava bike, hevdîtinên li Îmraliyê ne. Divê rêzdar Ocalan karibe fikr û ramanên xwe bi hemû raya giştî re parve bike. Di heman demê de em dixwazin der barê ewlehî û tenduristiya wî de jî agahiyan werbigirin.”