Serokwekîlê Koma Partiya Çepên Kesk Sarûhan Olûç li Meclîsê civîna çapemeniyê lidar xist.
Olûç anî ziman ku ew ê di heyama nû de ji bo mafên bingehîn, azadiyan û demokrasiyê têkoşîna xwe bênavber bidomînin û ji bilî Meclîsê wê di nava gel de siyasetê û kar bikin û got: “Em ê bi ked û têkoşînek berfirehkirî berpirsiyariya xwe bicih bînin. Em ê hewl bidin bendewarî û daxwazên gel bicih bînin û bibin hevkarê derde wan. Em ê ji bo gelê xwe hîn bêhtir bixebitin.”
Olûç bal kişand ser civîna Komîsyona Tespîta Meaşê Kêmtirîn û wiha got: “Meaşê kêmtirîn di navbera desthilatdariyê û nûnerên karkeran de bûye mijara bazariyê. Em dibêjin; daxwazên sendîkayan, karkeran, kedkaran, karmendan û nûnerên karkeran li ber çavan bigirin. Wan daxwazan binirxînin û ji bo zêdekirin meaşê kêmtirîn gavan biavêjin.”
Olûç bal kişand ser pêla destgîrkirin û girtinan ên piştî hilbijartinan û wiha axivî: “Her ku ev desthilatdarî dibîne ti feydeyê ji van operasyonan nagire jî lê dîsa pêk tîne. Ev rewş mirovan heyirî dihêle. Li Şirnexê piştî hilbijartinê herî kêm 100 kes hatine destgîrkirin. Gelo ev tesadufî ye? We gelek caran dît ku ev operasyonên we yên girtin û destgîrkirinê bi kêrî tiştekî nayê. Hûnê carek din jî bibînin.”
Olûç nerazîbûn nîşanî girtina endamê Meclîsa Partiyê (PM) û Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) Dogan Erbaş û wiha got: “Hevalê me Dogan Erbaş bi salan rêveberiya vê partiyê û parêzerî kiriye. Xwestin ku Dogan Erbaş serê xwe bitewîne, ev dîmenên mejiyê desthilatdariyê carek din derketin holê. Gelo Dogan Erbaş serê xwe tewand? Bêguman serê xwe netewand. Ti hevalên me bi van sepanan re rûbirû ma serê xwe netewand û wê netewînin jî. Tu Kurdek û demokratek wek Dogan Erbaş wê serê xwe netewînin.”